8:46:48 AM
RojavaNews: Fermandariya Hevpeymaniya Erebî li dijî Hûsiyên Yemenê nûçeya kuştina 12 leşkeran û ketina helîkoptereke şer ya Siûdiyê belav kir.
Di daxuyaniya de hevpeymaniyê ragihandiye, ew helikopter ji cura Balck Hawk a Amerîkî ye û dema li esmanê Parêzgeha Meiriba Yemenê difiriya ketiye xwarê.
Li gor zanyariyên daxuyaneyê, 12 efserên hêzên çekdar ên Siûdiyê canên xwe jidest dane, û ta niha serdema ketina wê helîkopterê nehatiye aşkerekirin
Di Adara 2014ê de Siûdiyê serokatiya hevpeymaniyekê ji welatên Kendava Erebî dike, bo êrîşkirina ser Hûsiyên Yemenê û jinavbirina desthilata wan.