13:26:42
Rojava News: Serokwezîra Brîtanya Theresa May duh 18.04.2017ê ragihand ku ewê bizavê bike ku di 8ê xizîranê de hilbijartinên pêşwext pêk were.
May, sê hefte piştî bi fermî destpêkirina prosesa derketina ji Yekîtîya Ewrupa, got ku partîyên opozîsyonê hewl didin ku vê pevajoyê hilweşînin û parlemanto, bi awayê ku nikaribe li gel hevdû, li hev nake.
May got: "Nêrînên cuda yên li parlemantoyê, zarar digehîne kanîna me ya bi serketî bicîhanîna Brexitê, loma jî hilbijartinên giştî pêdiviye."
Hêjayî gotinê ye ku divê parlemana Brîtanî ew daxwaza hilbijartinên pêşwext a serokwezîrê qebûl bike.