Print this page

Divê Turkiye pêşiya bazirganiya neftê li gel DAIŞê bigre

Rojava News: Nûnerê Rûsya li Rêxistina Netewên Yekbûyî aşkere kir ku, welatê wî hefteya bûrî projeyek bo jinavbirina jêderên darayî yên rêxistina teröristî ya dewleta Îslamî   pêşkêşî Civata Asayîşê kiriye ku çêdibe di çend rojêm dahatî de di civîna endamên Civata Asayîşê de pêşniyara Moskow bê pesend kirin.

Nûnerê Rûsya ragihand ku, tevî berdewamiya hêrişên esmanî bo ser kêlgehên neftê yên li jêr deshelata  DAIŞ`ê,  lê hîna wan nekarîne jêderên darayî yên Rêxistina teröristî Dewleta Îslamî rabigrin.

Her weha behsa wê yekê kiriye ku rêxistina teröristî ya dewleta Îslamî   berdewame di firoştina neftê de bi rêya bazarên Turkiye, lewra daxwaz hatiye kirin ku fişarên temamî bo ser Turkiye bê dirust kirin bo girtina deriyan di rûyê guhastina nefta reş ya grûpên DAIŞ`ê..

Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî diyar kiri ku, Rêxistina DAIŞ`ê jibilî firotina neftê bi sedan Milyon Dolar jî ji dizî û firotina asewarên dêrîn qezenc kiriye.

Ji aliyê xwe Peyvdarê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî Kisî Zaytsêv ragihand ku, li gor hikûmeta Moskow daxitina bazarên welatên hevsê di rûyê firotina nefta DAIŞ`ê bi bandortire ji bombebarankirin firokên cengî yên hevpeymanan bo ser kêlgeha neftê yên li jêr deshelata Rêxistina DAİŞê li Sûriye û Îraq`ê.