Print this page

Îtalya beşdarî operasyonên li Sûriyê nabê!

Rojava News: Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni ragihand, ew dê li Sûriyê beşdarî operasyonan nebin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni li bajarê Waşintonê konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin.

Di konferansê de Paolo Gentiloni diyar kir: “Îtalya beşdarî planên operasyonên leşkerî yên li Sûriyê nabe.”

Paolo Gentiloni destnîşan kir, ku ew dixwazin planên xwe biguherînin û herwiha diyar kir, êrîşa Amerîkayê li ser Firokexaneya Elşehîrat a li Sûriyê biryareke rast bû û li gorî wan îsal dê dawiya DAIŞê be.

Paolo Gentiloni li Waşintonê ragihand, ku êrîşa Amerîkayê ya li ser wê navenda leşkerî ya Sûriyê peyameke zelal bû ji Esed re, ku careke din çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bi kar nehîne.

Gentiloni diyar kir, ku krîza Sûriyê bi rêyên serbazî nayê çareserkirin, belku dê bi gotûbêjan bê çareserkirin.

Serokwezîrê Îtalyayê herwiha destnîşan kir, divê îsal sala bi dawî bûna rêxistina DAIŞê be.

Roja 7ê Nîsanê Amerîkayê ji her du gemiyên USS Ross û USS Porter ve bi 59 mûşekên balistîk ên ji curê Tomahawk êrişî Baregeha Esmaniya Elşehîrat a Sûriyê kir.

Ew êrişa Amerîkayê piştî êrişa bi çekên kîmyayî li bajarokê Xan Şêyxûn a ser bi parêzgeha Idlib a Sûriyê  hat kirin, ku Amerîkayê hikûmeta Sûriyê bi pêkanîna wê êrişê tohmetbar kir.