Print this page

Pentagon:Esed çekên kîmyawî li cem xwe hiştine

Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Amerikayê(Pentagon) James Mattis di çarçoveya serdana xwe de li Israîl tekez kir ku, rejîma Sûriyê bi Serokatiya Beşar Esed çekên kîmyawî li cem xwe hiştine.

Di kongiriyeke rojnamevanî de îro, Wezîrê Parastinê yê Amerikayê James Mattis di çarçoveya serdana xwe de li Israîl bersiva pirsên hin rojnamevanan da, tê de ragehand ku, Encûmena Asayîşa Nanetewî ti guman li cem nîne ku, rejîma Sûriyê çekên kîmyawî li cem xwe hiştine, lê dibêje ku, wê hemû çekên xwe têkbirine û ew yeke jî ne raste.

James Mattis aşkere kir ku, rejîma sûriyê firokeyên xwe yên şer veguheztine navendên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê.

Herwiha Ajansa Reuterê di nûçeyekê xwe de li ser zarê Efserekî bilind ji Artêşa Israîlê ragehand ku, 3 ton çekên kîmyawî heye.

Berî niha jî Wezîrê Parastina Israîlê tekez kir bû ku, ew êrîşa çekên kîmyawî li ser gundê Xanşêxûn sedî sed ji pilana Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bû û bi fermana wî hete pêkanîn, ku di wê êrîşê de 100 kesan jiyana xwe ji dest da û 400 kesên din birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Navneteweyî ya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyawî (OPCW) diyarkir ku, hate eşkerekirin: Rejîma Suriye bû, ku li Xan Şêxûn çekê kîmyawî ji cureyê Sarîn bikar anî.