Print this page

Venezuela: Hejmara kuştiyên protestoyan derkete 11an

10:48:06

 

Rojava News: Hat ragihandin ku hejmara kesên di çalakiyên protestoyî yên Venezuelayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 11an.

Du hefte berê li paytextê Karakas ê Venezuelayê ji bo krîza ekonomîk çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin û di çalakiyan de xwepêşandin hatibûn kuştin.

Heta niha di çalakiyên protestoyî yên li dijî Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro de 11 çalakvan hatin kuştin û zêdetirî 6 çalakvanan jî birîndar bûn.

Bi sed hezaran çalakvan tevlî xwepêşandanên protestoyî dibin, hefteya borî li Venezuelayê dîmênê ketina çalakvanekî ji pirê li ser madya civakî hatibû belavkirin.