Print this page

NATO raste rast tevlî operasyonên li Sûriyê nabe!

Rojava News: Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew nafikirin rasterast beşdarî şerê li Sûriyê bibin.

Stoltenberg di bernameya televizyona Rossiya 24 de li ser beşdarbûna NATOyê di şerê Sûriyê de wiha axivî: "NATO wek hevpeymanî bi ti awayî nafikire ku rasterast beşdarî pevçûnên li Sûriyê bibe. Em li Sûriyê tune ne. Li wê derê ji hevpeymaniyê hevalbendên me hene. Yanî Amerîka, Tirkiye û yên din. Ew welat niha li Sûriyê li dijî DAIŞê operasyonan dikin."

Stoltenberg da xuyakirin ku ew li Iraq û Sûriyê piştgiriyê didin endamên koalîsyonê û got, "Balafirên me yên elektronîkî yên nêçîrvan AWACS ji bo koalîsyonê îstixbarata pêwîst dabîn dikin. Em leşkerên Iraqê perwerde dikin, lê em li Sûriyê tune ne."