14:39:35
Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî êrişa Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) tu fermandarên amerîkî li Şingalê bi PKKê re hevdîtin pêk neaniye.
Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê Mark Toner di civîna çapamenî ya rojane de bersiva pirsên rojnamevan da. Toner li hemberî pirsa ‘hûn PKKê wekî rêxistina teror dibînin, lê piştî operasyona Tirkiyeyê fermandarên amerîkî li cihê bûyerê ji terefê serkirdeyên PKKê ve tê pêşwazîkirin bersivand û got: "Ew wêneyê ku behsa wî tê kirin min nediye, lê hûn bi vê pirse bêedebiyê li leşkerekî paye bilind ê Amerîkayê dikin."
Mark Toner di berdewamiya bersiva xwe de got: "Ez rastî wan wêneyan nehatime, lê ew îfadeya we ku hûn dibêjin leşkerên paye bilind ê Amerîkayê destê rêvebirên PKKê girtine û hevdîtin pêk anîne bêedebiye. Ji xwe em PKKê wekî rêxistineke terorî dibînin."
Toner di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em piştgiriya operasyonên Tirkiyeyê ku li hemberî terorîzmê sînorê xwe diparêze dikin. Ev operasyonên ku dike jî perçeyê van operasyonên van çend salên dawî ne. Tu girêdayîneke coxrafî di navbera êrişa Tirkiyeyê ya du roj berê û operasyona duhî de tuneye."