15:02:52
Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, cihê ku firokeyên Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiriye, pir nêzîkî baregehên leşkerî yên Amerîkayê bûne û tenê çend kîlometran ji wan baregehan dûr bûye.
Firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê duh sêşembî 25ê Nîsana 2017ê, çend binke û navendên YPGê li Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bi giranî bombebaran kir.
Li ser vê bombebaranê, îro çarşembî 26ê Nîsanê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsyareke peyamnêrê Rûdawê da û ragihand, bombebarana Tirkiyê tenê 5 maylan (8km) ji baregehên me yên leşkerî dûr bûye.