Print this page

Trump: Koreya Bakur bêhurmetî li daxwaza serokê Çînê kir

12:13:30

 

Rojava News: Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur da û ragihand ku Pyongyang bêhurmetî li Pekînê kiriye.

Bertekên li dihî ceribandina moşeka balîstîk yê nû ya Koreya Bakur dewam dikin. Fermadariya Hêzên Pasîfîk a Amerîkayê (PACOM) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku moşeka menzil kurt KN-17 li 35 dûrî balafirgeha Pukchangê ketiye.

Ji aliyê din ve piştî ceribandina moşekê ya biserneketî ya Koreya Bakur Serokê Amerîkayê li ser heseba xwe ya twitterê bertek nîşanî ceribandinê da û got: "Koreya Bakur bi ceribandina moşeka balîstîk a îro bêhurmetî li daxwaza Çînê û serokê dewleta wî yê rêzdar (Şi Cinping) kiriye.

Divê navberî de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji kanala Fox Newsê re axivî û destnîşan kir ku Çîn, eger ceribandinekê moşekên nukleerî pêk bê, bi mueyîdeyê Koreya Bakur tehdît kir.