12:54:21
Rojava News: Polîsê Îtalya girtina şaneyek terorîstî li Berlîna paytexta Almanya aşkera kir.
Li gor beyanameyek polîsê Îtalya ku duh 28.04.2017ê belav kiriye, endamên şaneya terorîstî ku bi rêgez xelkê welatên Almanya, Tirkiye, Sûriye, Kongo û Mexrîbê bûn û endamên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn hatine girtin.
Polîsê Îtalya amaje bi vê yekê jî dike ku ew şaneya terorîstî amadekariya bûyerên terorîstî li Îtalya û Almanya dikirin.