Print this page

Amerîka naxwaze Parlamentoya Yemenê hilweşe

Rojava News: Amerîka ji nêzîk ve rewşa Yemenê dişopîne û tekez dike ku ew naxwaze Parlamentoya Yemenê were hilweşandin.


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Mari Harf di kongreyeke rojnamevaniyê de derbarê krîza Yemenê de ragihand: “Amerîk ligel berdewamiya diyaloga niştimanî ye li wî welatî.”


Derbarê biryara Hûsiyan de ya taybet bi hilweşandina parlamentoyê û damezirandina encumeneke bilind, wezareta devrve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand: 

“Ebid Rebe Mensûr hîn serokê yasayî yê Yemenê ye û ew bi ti curekî ne ligel hilweşandina parlamentoyê de ne.”


Gavên Hûsiyan li Yemenê, Amerîka û welatên Kendavê dilgiran kirine, ji ber di baweriya wan de desthilatdariya Hûsiyan li Yemenê wê rola ranê li Yemenê xurttir bike.