12:23:40
Rojava News: Di cîhanê de yekemîn car bingeha Cejna Kedkar û Karkeran di 1ê Gulana 1856ê de li bajarê Melbourna Awistiralyayê bi xwepêşandana karkerên avadaniyê, hat avêtin.
Bi saya vedîtinên nû yên zanistî û teknolojîk, di sedsala 19an de pîşesazî bi taybetî li Ewrûpa û Amerîkayê bi pêş ket; lê belê hê jî pêwîstiya teknîka nû pir bi keda hêza zend û bendên karkeran hebû.
Digel “karkirina zêde ya rojane” ku carna digişt 16 saetan jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî nedikir. Hingê çîna karker ji zanebûn û rêxistinê dûr bûn.
Karkeran, ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn, li şûna ku li dijî xwedanên kargehan têbikoşin; bi hevûdin re diketin nava rikaberî û milmilaneyan. Ev rikaberiyên karkeran, bêguman 'karê sermayedaran' hêsantir dikir. Gelek caran kargêran, karker bi “artêşa bêkaran” ditirsandin û digotin ku “şukur bikin ku karên we hene”, bêkar jî hene.
Karkeran ji xwe re “tawanbareke bêgiyan” jî dîtibûn: Maşîn û teknolojî. Lê belê di rastiya xwe de karkeran di vê serdama nû de nizanibûn çawa mafên xwe biparêzin. Hem têgihiştina sermiyandar hem jî ya karker têra naskirina hevdû nedikir. Di vê paradoksê de bêguman dê aliyê bindest, nerazîbûnên xwe hilbida jor.
Her çend destpêkê karker bi çavên dijmintî li teknolojiyê binêre jî piştre di çarçoveya pênaseyeke zanistî, hunerî û felsefî de rêberên ku doza mafên çîna karkeran dikirin, derketin. Çend dengê wan ê rêkxistî bilind dibû, ew çend rengên wan jî derdikte holê.
Di salên 1880yan de bi piranî bi hêza dest û piyan kar dihat kirin û mercên kar pir çetin û xirab bû. Karkerên zarok bi nanezikî dihatin şixulandin. Karker, rojane ta 14-15 saetan dixebitîn.
Li aliyekê bi rêjeyeke pir bilez sermiyanên sermayedaran zêde dibûn û kargeh roj bi roj mezintir dibûn; li aliyê din pergala hiqûqî û siyasî bi ti awayî mafên herî bingehîn ên karkeriyê yên wekî ewlehî, şertûmercên tenduristiyê, mafên rêkxistin û mangirtinê nas nedikir.
Di sala 1881ê de bi armanca ku li tevahiya Amerîkayê karkeriya rojane bibe 8 saet, sendîkaya bi navê “Federasyona Rêkxistî ya Yekîneyên Ked û Pîşeyan” bi hevkariya nîv mîlyon karkerî hat damezrandin.
Li parêzgeha Shikago ya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê çalakiya 40 hezar karkerên tekstîlê bi êrîşeke tund û xwînawî hat serkutkirin. Li heman bajarî hezar û 400 karkerên ku ji bo dewama 8 saetî grev saz kiribûn, ji kar hatin avêtin.
Her di wan deman de li dijî karkerên ketibûn grevê, çek hate bikaranîn û di encamê de 4 karkeran canê xwe ji dest dan.
Berovajiyê pêşbîniya rêveber û sermayedaran, piştî êrîşan têkoşîna kedkar û karkeran her çû geş û gurrtir bû. Di encama xebatên sendîka û rêxistinên civaka sivîl de, di 1ê Gulana 1886ê de, nêzîkî 350 hezar karkeran dest bi girevê kirin. Bi vî awayî di dîrokê de cara yekemîn, karkeran hêza xwe ya ji hilberînê werdigirtin, bi kar dianîn.
Li Amerîkayê hikûmet û xwedanên kargehan, çalakiyên kedkar û karkeran qebûl nedikirin. Piştî 1ê Gulana 1886ê, li ser karkeran zext berfirehtir bûn. Li dijî 8 karkeran bi hinceta ku “rê li ber bûyeran vekirine” doza darvekirinê hat vekirin. Di encama darizandinan de 4 rêberên karkeran ên bi navê Albert Persons, Adolph Fischer, George Engel û August Spies bi hinceta ku rêberî di çalakiya 1ê Gulanê de kirine, hatin darvekirin.
Civata dadgehê ji Albert Persons daxwaz dike ku “ger lêborînê bixwaze dê ji darvekirinê bifilite”, li ser vî şertî Persons bi van gotinên dîrokî bersiv dide: "Hemû dinya dizane ku ez bêguneh im û ne tawanbar im. Ne ji ber mirovxuriyê, ji ber ez kedkar im têm darvekirin."
Di rêwresma veşartina cenazeyên rêberên karkeran de bi sed hezaran kes amade bûn û merasîm bû xwepêşandaneke mezin.
Van diyarde û bûyerên ku li Amerîkayê rû didan, rêxistinên karkeran ên navneteweyî xiste nava liv û tevgerê.
Enternasyonala Duyemîn di sala 1889ê de li Parîsê kongreya xwe ya saz kir û biryar da, ku bi armanca piştgirîdana karkerên amerîkî, xwepêşandanên navneteweyî li dar bixe.
Piştî vê biryarê bi pêşengtiya Enternasyonala Duyemîn, xwepêşandanên mezin û navneteweyî hatin lidarxistin. Ligel 1ê Gulana 1890ê, bi biryara Enternasyonala Duyem ev roj bû “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Navneteweyî” û herwiha weke roja karkerên cîhanê hate îlankirin.
Ji wê rojê û pêve, karkerên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, 1ê Gulanê kirin cejneke yekîtî, tekoşîn û hevgirtinê.
Di roja îro 1ê Gulanê li gelek welatan weke rojeke bêhnvedanê tê hejmartin û herwiha li gelek welatan karker û kedkar bi xwepêşandanên girseyî pîroz dikin.
Di dîrokê de gelek caran 1ê Gulanê bûye roja tundiya li dijî kedkar û karkeran.
Li meydana Taksîmê ya Stenbola Tirkiyê, di pîrozbahiyên 1ê Gulana sala 1977ê de, jiber gulebarana hêzên ewlekariyê 37 kesan jiyana xwe jidest da.