13:32:08
Rojava News: Karbidestekî Wezareta Karên Derve yên Amerîka ji Reuters'ê re ragihand ku gefa terorê didome û Amerîkiyên dixwazin li welatên Ewrupa bigerin hişyar kir.
Karbidestê wezaretê dîyar kir ku ti şikeke aşkere niha tine, lê metirsîya terorê berî betlaneya havînê zêde ye.
Li gor karbidestê wezaretê, bi taybetî avahîyên hikûmetê, otel, xwaringeh, park û balefirgeh di bin metirsîya êrîşan de ne.
Wezaretê di hişyarîya êrîşan de bal kişand ser êrîşên ku li Fransa, Rûsya, Swêd û Birîtanya pêk hatine.
Karbidestê wezaretê got ku hêza DAIŞ û el-Qaîdê bo plankirina êrîşên li Ewrupa heye.
Wezaretê da zanîn ku hişyarîya bo metirsîya êrîşê heta 1'ê Îlonê didome. Hişyarîya ku bo zivistanê hatibû ragihandin di Sibat'ê de hatibû rakirin.