Print this page

Amerîkayê Sistema mûşekên Thaad a parastinê li Koreya başûr bicîh kir

13:41:48

 

Rojava News: Artêşa Amerîkayê ragehand, sîstema mûşekên Thaad a parastinê li Koreya başûr bo bikaranînê amade ye.

Herçend sîstema parastinê bi hemû fonksiyonan ve dest bi kar nekiribe jî, lê li Koreya bakûr mûşekên ku bên avêtin dikare bê bandor bike.

Li nîvcezîreya Kore tengezarî, piştî ku ji aliyê Koreya bakûr daxuyaniyên bi gef hatin û li hember vê yekê Amerîkayê jî keştiyên şer û keştiya bin behrê rêkir herêmê zêde bibû.

Berî naha Koreya bakûr, li herêmê hember manorên hevbeş ên Amerîka û Koreya başûr bertekên tund nîşan dabû û Washîngton ji ber metirsiya şerê nûkleer tewanbar kiribû.

Sîstema parastinê ya Thaad (Ango parastina herêmê ya di bilindiya esmanên bilind) li Koreya başûr li bajarê Seongju li gel nerazîbûnan hate bicîh kirin.

Li gor xelkê bajar ew sîstema hatî bicîh kirin ji bo wan metirsiye û jiyana wan dixe metirsiyê.

Ji aliyê din ve nerazîbûn û bertek ji aliyê Çînê ve jî hatin nîşandan. Û dewleta Çînê ragehand sîstem operasyonên wan ên leşkerî re metirsiye.

Koreya bakûr sala borî ragehandibû sîstema parastinê ya Thaad eger li herêmê bê bicîh kirin, ewê bersiveke tund li hember vê bidin.

Sistema parastinê ya Thaad mûşekên balîstîk dema di qonaxa nîhaî de dikare bixe xwar, di mesafeya 20 kilometreyî de dikare derkeve 150 kîlometreyan, teknolojiya lêde bikuje bikartîne.