12:08:20
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke çapameniyê li dar xist û ragihand ku ez dixwazim aştiya navbera Îsraîl û Filistînê bibînim.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtinê li Qesra Spî civîneke çapamenî ya hevpar digel Serokê Filîstînê Mahmûd Ebbas li dar xist û diyar kir ku Filîstîn û Îsraîl bi hev du re dixebitin û ew dixwazin dawiyê bibînin ku navbera xwe de peymana aştiyê çêkirine.
Donald Trump diyar kir ku Filîstîn û Îsraîl bi hev du re dixebitin û ew dixwazin dawiyê bibînin ku navbera xwe de peymana aşîtiyê çêkirine. Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di heman demê de rêya sazkirina çareseriyê bi tekoşîn û têkbirina rêxistinên terorîst ên wek DAIŞê ye. Dive hem Îsraîl û hem jî filistînî dev ji peyvên kînê yên li hemberî hev berdin."