11:27:18
Rojava News: Encamên destpêkê yên hilbijartinên gera duyem a serokomariya Fransayê diyar bûn tê Emmnauel Macron bû Serokê nû yê Fransayê..
Li gor encamên hatine ragihandin, namzedê Serokomariyê Emmnauel Macron bi wergirtina 65.1 ji sedê dengan bû serokomarê nû yê Fransayê.
Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron 39 salî ye û xwe ne wekî çepgir ne jî rastgir binav dike. Piştî diyarbûna encamên hilbijartinan tê pêşbînîkirin ku Macron gotareke serkeftinê pêşkeş bike.
Berî niha Macron di gera yekemîn a 23yê Nîsanê de 24%ê dengan, Le Pen jî 21%ê dengan wergirtibû û her du namzed mabûn gera duyemîn.
Di hilbijartina gera duyemîn a serokomariyê de 65.3%î yê dengdêrên Fransî beşdarî kir.