Print this page

Staffan De Mistura: Civînên Cenêv-6 di 16 vê mehê de destpê dikin

12:42:15

 

Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan ragehand ku, di 16ê vê meha Gulanê gera şeşan a civînên kongreya Cenêvê derbarê kirîza Sûriyê destpêdike.

Îro, roja Dûşemê 8.05.2017 û li gor nûçeyekê ya nivîsingeha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan ragehand ku, biryare gera şeşê ya civînên kongreya Cenêvê di navbera Desteya Bilin a Opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî di 16ê vê meha Gulanê destpê bike.

Tê zanîn ku, gera pêncan a civînên kongreya Cenêvê di navbera rejîm û Opozîsyona Sûriyê di dawiya meha Adara borî bû, ew civîn jî bê encam bi dawî bûn.