Rojava News: John Allen ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama ye got hêzên Iraqê dê bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dest bi operasyonên bejayî bikin.
John Allen ji ajansa Urdunê ya fermî Petrayê re got ku di demek kurt de hêzên Iraqê dê bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dest bi operasyonên bejayî bikin.
Allen diyar kir ku hevpeymaniya navdewletî dê perwerdeya 12 lîwayên Iraqê bike û herwiha çekan jî bide wan û got ku niha 62 dewlet li dijî DAIŞê endamên hevpeymaniya navdewletî ne û ewê hewl bidin hejmara wan dewletan hêj zêde bikin.
Allen anî ziman ku stratejiya wan li ser bingehên têkbirina DAIŞê tê meşandin.