Print this page

Papa ji bo kurdên êzîdî dua kir!

 

10:34:48

 

Rojava News. Papayê Vatîkan û rêberê katolîkên cîhanê Papa Firansîs nimêj û dua bo wan kurdên Papa Firansîs û duh li Vatîkanê di merasimeka mezin ya olî de dua û nimêj bo mirovên bindest û êxsîr kir.

Rêberê katolîkên cîhanê ji Xwedê xwast ku ew kesên li Rojhilata Navîn êxsîr û mexdûrên terorê ne, çi mesîhî çi misilman çi êzîdî, zû azad bibin û aştî û aramî li herêmê pêk were.

Papa Firansîs gazî gelên cîhanê jî kir bi zimanekî aştiyane û diyalogê bi hev re bidin û bistînin û kêşe û nakokiyên xwe bi gotûbêjê çareser bikin.

Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan kes kuştin, bi hezaran kes revandin. Heta niha beşek ji wan êxsîran hatine rizgarkirin lê hîn bi hezaran êzîdî di destê DAIŞê de mane.