Print this page

Kongreya Amerîkayê derbarê Erdogan de Trump hişyar kirin!

13:28:43

 

Rojava News: Îro dê hevdîtina serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê Amerîkayê Donald Trump pêkbê. Lê berî hevdîtinê hin endamên kongreyê ji Trumpî re nameyek şand û di vê nameyê de Erdogan wek kesê binpêkirina mafên azadiyê tawambar kirin.

Ji bo hevdîtina Serokomarê tirk Erdogan û Trumpî tenê çend demjimêr mane. Komek ji endamên kongreyê, ên komarxwaz û demokratan pêk tê nameyek ji Trump re şand ku tê de dibêjin Erdogan derbarê mafên mirovî û azadiya raman de xwedî xirabiyên mezin e.

Li gorî nûçeya Huriyetê endamên kongreyê Bill Johnson û Brad Scheider di nameyê de dibêjin:" Li Tirkiyeyê nirxên demokratîk di bin xetereyê de ne, mafên mirovan tê îhlalkirin. Divê hem ji bo Tirkiye hem jî ji bo welatên NATOyê ev rastî bê berçavan."

Endamên kongreyê ku dora 60 kesan îmze avêtiye bin nameyê, balê kişandin ser rojnamevan û rewşenbîrên di hepsên Tirkiye de. Her wiha bo hilbijartinên 16ê Nîsanê hatiye kirin jî, şik û şaîbeyên berbiçav di nameyê de bibîr anîn.