Print this page

Pûtîn: Rûsya amade ye li gel welatên misilman li dijî terorê bitekoşe!

12:44:12

 

Rojava News: Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn da zanîn welatên Misilman îro bi problemên mezin re rû bi rû ne û dewletên misilman divê baweriya xwe bi Rûsya re bînin.

Serokdewletê Rûsyayê ji bo komcivîna li Çeçenîstanê ya binavê "Rûsya û cîhana îslamê" ku ji aliyê Gruba Çavderiya Stratejîk ve hatibû organîzekirin telgrafekk nivîsand û got:" Îro welatên misilman ji ber teror, radîkalizm û pevçûnên mezhebî, ji ber arîşeyên aborî û civakî rûbîrûyî gelek probleman e. Di vê mijarê de dixwazim bibêjim ku van welatan dikarin baweriya xwe bi Rûsya re bînin."

Pûtîn her wiha bibîr xist Rûsya amade ye ku tekoşînek hevkar bi partnerên xwe yên herêmî re li dijî terorîzmê bide.