Print this page

Emmanuel Macron 22 wezîrê kabîneya Hikumetê ragehand

23:23:01

 

Rojava News: Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron kabîneya nû ya hikumeta xwe ji aliyên cuda yên Fransayê ragehand.

Îro, Çarşemê 17.05.2017 Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron kabîneya nû ya hikumeta xwe ji aliyên cuda yên Fransayê ragehand, di kabîneyê de Sylvie Goulard weke Wezîra Parastinê hate ragehandin.

Herwiha Birno Le Meer weke Wezîrê darayî hate ragehandin û Laura Flessel weke Wezîrê Werzişê hate diyarkirin, di Wezareta Tendirustiyê Agnes Buzyn destnîşan kir. Macron, Jean-Yves Le Drian ku di hikûmeta berê de wezîrê berevaniyê bû, weke Wezîrê Karûbarên Derve diyar kir.

Hikumeta Faransayê ya nû ji 22 Wezîran pêktê îro, hate ragehandin.