Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku ew li dijî namzedbûna Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan e ji bo hilbijartinan.
Recep Tayyip Erdogan, berî ku ber bi Kolombiya birêkeve ji bo rojnamevanan ragihand ku ew namzedbûna Hakan Fidan bo hilbijartinan baş nabîne û wî ev yek ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re jî gotiye.
Ev gotina Erdogan di nava siyasetmedar û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de rastî dengvedaneke mezin hat û dibêjin, ev gotina Erdogan bi temamî stratejîk e û wî bi xwe Hakan Fidan ji bo namzedîyê destnîşan kiriye.
Wek tê zanîn Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan destê xwe ji karê MÎTê kişand û dê wek namzedê AK Partiyê tevlî hilbijartinan bibe.