Print this page

Almanya bedêla Încîrlîkê li Urdunê li cih digere!

11:31:51

 

 

Rojava News: Wezîra Berevanîya Almanyayê Ursula von der Leyen ji bo bijardeyeke nû li şûna bargeha leşkerî ya Încîrlîk a Tirkiyê peyde bike çû Urdunê.

Wezîra Almanî di serdana xwe ya Urdunê de bal kişand ser ku Almanyayê ji bo mijara barkirina ji baregeha Încîrlîkê biryara dawî nedaye, hîn hevdîtinên wan ên bi Tirkiyê re berdewam dikin û got, ‘Ji ber îhtîmala barkirina me ya ji Tirkiyê, divê em amade bin.'

Ursula von der Leyen piştî hevdîtina bi Qralê Urdunê Abdullah re serdana Baregeha Hewayî ya Azraqê kir. Leyen diyar kir, hevsînorîya Urdunê û Sûriyê û bikaranîna baregeha Azraqê ji aliyê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, dihêle ku Almanya jî bala xwe bide ser wê baregehê.

Wezîra Almanî bal kişand ser krîza serdana parlamentarên Almanî bo Încîrlîkê û got, serdana parlametarên Almanyayê ya yekîneyên leşkerî yên Almanyayê ji bo wan mijareke gelekî girîng e.