Print this page

Ji Trump beriya serdana xwe yê Îsraîlê daxuyaniya Filistînê: Ez ji bo aştiyê hewl didim!

12:53:52

 

Rojava News: Serokê Dewleta Ameîkayê Donald Trump beriya serdana xwe ya bo Îsraîlê eşkere kir ku ew bi bawer in derfetên mezin bo dabînkirina aştiya Îsraîl-Filistînê hene.

Trump ji rojnameya Israel HaYomê ku nêzî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ye re axivî û got: "Ez bawerim ku derfetin mezin bo dabînkirina aştiya Îsraîl- Filistînê hene. Ez ji gelê Îsraîlê hez dikim. Ez bo aştiya di navbera Îaraîl û Filistînê xebatên cidî dimeşînim. Ez hevîdarim ku dabînkirina aştiyê beriya hêviyan pêk bê. Bo aştî pêk bê tîmekê me yê bi hêz xebatan dikin."

Trump eşkere kir ku veguhestina Balyozxaneya Tel Avîvê ya Amerîkayê jî di nav de li ser gelek mijarên girîng xebatan dikin.

Trump roja duşemê dê serdana Îsraîlê bike û piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu re roja sêşemê jî dê biçe bajarê Beytûllahîmê ya li Şerîayê û li wir jî bi Serokê Filistînê Mahmud Abbas re hevdîtin pêk bîne.

Balyozê Tel Avivê ya Amerîkayê Friedman di daxuyaniya xwe yê roja çarşemê de diyar kiribû ku di serdana Trump de planekê wî yê bo aştiyê ku hetiye kifşkirin tine ne, lê ewil dixwaze her du aliyan bîne cem hev.