12:30:41
Rojava News: Duh 21.05.2017ê serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu ragehand hevdîtina wan a li gel serokê Amerîkayê Donald Trump de dê behsa aştî û seqamgiriya aştiyê bê kirin.
Biryare di civîna di navbera Trump û Netenyahu de çend biryarên girin bo çareseriya pirsa Filistînê ya bi rêya aştiyane bê gotûbêj kirin.
Netenyahu di berdewama daxuyaniya xwe de got, biryare derbarê bihêz kirina tevdîrên ewlekariyê yên parastina Îsraîlê jî em gotûbêj bikin .
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî geşta siyasî û aborî ya Erebistana Siûdî ber bi Îsraîlê ve ket rê û biryare serdana bajarê Jeruselam ango Orşelîm bike, ku zêdetirî 70 sale di navbera misliman û cihûyan de wek bajareke pirsgirêk li ser heyî ye.
Trump di dema helbijartinan de ku berî bibe serokê Amerîkayê ragehandibû, eger bibe serokê Amerîkayê dê alîkariya Îsraîlê bike ku bi fermî Orşelîm bibe paytexta Îsraîlê.