13:20:23
Rojava News: Karsazekî Siûdî vîdyoyek parve kir û di vîdyoyê de daxwaza zewaca keça Serokê Amerîkayê Donald Trump Îvanka Trump ku bi Jared Kushner re zewiciye dike.
Dewlemendê Siûdî di wan seetên ku Trump serdana Erebîstana Siûdî dikir de vîdyoyek parve kir û di vîdyoyê de ji Qral Selman bin Abdulazîz daxwaz kir ku keça Trump Îvanka Trump ji bo wî bixwaze. Îvanka Trump bi şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner re zewiciye û 2 zarokên wê hene.
Karsazê Siûdî yê bi navê Bedir Fehd Abdullah li ser medya civakî vîdyoyek parve kir. Abdullah di vîdyoya ku parve kir de dibêje: "Ez Bedir Fehd Abdullah. Daxwaza min ji Qral Selman bin Abdulazîz ku bi îzna Xwedê û bi qewlê Pêxember keça Trump Îvanka Trump ji min re bixwaze."
Serokê Amerîkayê piştî serdana Siûdî wê derbasî Îsraîlê bibe û dê bi Serokwezîr Benjamîn Netanyahu û Mehmûd Ebbas re hevdîtinekê pêk bîne.