12:37:36
Rojava News: Polîsê îngiliz ragihand ku li bajarê Manchesterê di bûyera li salona konserê de 22 kes mirin û nêzî 59 kes jî birîndar bûn. Herwiha teqîn di çarçoveya bûyera terorê tê nirxandin.
Li gorî polîsên Îngîltereyê êriş ji terefê kesekî ve pêk hat. Êrişkarê ku bombe li ser xwe pêçabû di teqînê de ew jî hate kuştin.
Berpirsên ewlehî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew êrişê terorî dinirxînin, di teqînê de zarokên ku emrê wan di navbera 13 û 18an de jî di nav de bi tevahî 22 kesî jiyana xwe ji dest da û 59 kes jî birîndar bûn.
Berpirsê ewlehî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êriş ji terefê kesekî mêr ve hate kirin, êrişkar bi tena serê xwe bû an jî bi hicreyekê ve girêdayîbû lêkolîna vê berfireh tê kirin.
Di vê navberê de Ariana Grandeya ku di dema teqînê de li Arenaya Manchesterê konser dida li ser hisabê xwe yê Twitterê peymanek belav kir û xemginiya xwe anî ziman. Grande di peyama xwe de got: "Ez bi hemû semimiyeta xwe pir xemgînim. Tiştekî ku ez bêjim tuneye."