11:49:49
Rojava News: Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand, ku "Ji bilî çareya leşkerî ti çare ji krîza Sûriyê re nîne."
Jean-Yves Le Drian di konfranseke hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Almanya Sîgmar Gabriel helwesta nû ya welatê xwe derbarê krîza Sûriyê de aşkere kir.
Jean-Yves Le Drian got, ji bilî çareya leşkerî ti çare ji krîza Sûriyê tune ye.
Bi gotina Le Drian çareya siyasî demdirêj e û pêwîst e di çarçoveya danûstandinên Cinêvê de kar li ser pêkanîna wê bihê kirin û hemû alî pabendî agirbestê bin.
Bi nerîna çavdêrên siyasî, ev helwest berovajî hemû helwestên welatên rojava û helwesta berê ya Fransayê derbarê krîza Sûriyê de ye.
Li gorî hinek çavdêrên siyasî, ev yekem car e bi awayekî eşkere Wezîrê Derve yê Fransayê helwesteke wiha tund tîne ziman