Print this page

Fransa li Malî 20 çekdarên DAIŞê kuştin

13:34:54

 

Rojava News: Wezareta Berevanîya Fransayê ragehand ku, di encama operasyonkê de li Komara Malî ya Rojavayê Afrîkayê 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Wezareta Berevanîya Fransayê di daxuyanîyekê de ragihand, li Malîyê di nav vê heftêyê de 20 çekdarên DAIŞê di operasyonekê de hatin kuştin.

Wezaretê dîyar kir ku operasyon ji bo parastina leşkerên Fransî yên li Malîyê hatîye lidarxistin û balafirên şer û helîkopteran tê de cî girtiye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Fransayê di wê operasyonê de û di encama lêgerînan de artêşê hejmarek çek bi dest xistin.