Print this page

Şaciwana gerdonê navbeynkariya hevdîtinên aştiyê dike

Rojava News: Milîtanên koma hêzên çekdarî ya şoreşgerên Kolimbiyayê a Markisî (Fark), daxwaz ji şaciwana gerdonê ya Kolombî Paulina Vega kir ku ji bidawîanîna şerê 50 salan ku berdewame di hevdîtinên aştiyê bi hikûmetê re bike.

 

Paulina Vega xwendekara kolombî ya 22 salî ku di dawiya kanûna duyem ya 2015`an de weku şaciwana gerdonê hate destnîşan kirin bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amadeye beşdarî di hevdîtinên aştiyê de bike.

 

Rêxistina Farkê jî di beyannamekê de ragihand ku: Me bi baldarî xwesteka   Paulina Vega bo beşdarbûnê we û karên we ên xweşik bo gihêştina aştiyê xwendiye.

 

Hêjayî gotinê ye ku Fark ji dawiya 2012`an de hevdîtinê xwe bi hikûmeta Kobayê re berdewamin.