12:53:19
Rojava News: Serokê Daîreya Çapemenî ya Wezareta Derve ya Kazakistanê Anuar Jaynakov ragihand ku hevdîtinên Astanayê hatin paşxistin.
Anuar Jaynakov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Li gorî agahiyên welatên garantor gihîştine destê me pêvajoya Astana hate rawastandin. Pisporên welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiye dê hevdîtinên şêwirdariyê li ser pirsên ku li hev kirine encam bidin, bi taybetî ku biryara pêkanîna 4 herêmên bêşer li Sûriyê û hejmarek ji pirsên din ên ku girêdayî bihêzkirina pêvajoya agirbestê ne."
Serokê Daîreya Çapemenî Jaynakov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di pêşerojê de welatên garantor her biryarekî bidin ji bo lidarxistina hevdîtinên Astana li ser çareserkirina krîza Sûriyê dê me agahdar bikin."