Print this page

Du Senetorên amerîkî daxwaza pirçekkirina Pêşmerge dikin

Rojava News: Herdu senetorê amerîkî Ted Cruz û Tim Kaine, doza wê yekê ji welatê xwe kirin ku Pêşmerge rasterast were pirçekkirin, her wiha ne bi wê  yekê re ne ku Amerîka hêzên bejayî li dijî terorîstên DAIŞê bilivîne, ji ber ku ew dibêjin ku Hêzên Pêşmerge li wir weke hêzên amerîkî ne.
 
Pirçekkirina Hêzên Pêşmerga her diçê di nav senetorên amerîkî de piştevaniya wê bêtir dibe, piştî ku senetorên amerîkî John Makyin tekes kir ku pêwîst e îdara Obama û welatê wan Hêzên Pêşmerge pirçekbibin û  niha herdû senetorê amerîka Ted Cruz û Tim Kaine ji Amerîka xwestin ku Hêzên Pêşmergê pirçek bikin.
 
Ew 2 sînator di dema beşdariya wan li ser kenala CNN a amerîkî  de, bi hemû rengî ne pêre ne ku amerîka hêzên bejayî dijî terorîstên DAIŞê bilivêne, ji ber ku weke wan behs kir Pêşmerge li wir weke hêza Amerîkayê li navçeyê ye, lê belê bi pêwîst zanîn ku Amerîka rasterast Pêşmerge pirçek bike