Print this page

Arinç: Di aliyê pêvajoya de em biryardarin

Rojava News: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç got derbarê pêvajoya çareseriyê de çi gav pêwîst be ew diavêjin û dê bavêjin jî.

 

Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Arinç piştî civîna ku di bin rêveberiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ya Desteya Wezîran pirsên rojnamevanan bersivand.

 

Arinç pirsa di derheqê “pêvajoya şareseriyê de wiha bersivand:

 

“Derbarê pêvajoya çareseriyê de çi gav pêwîst be em diavêjin û dê bavêjin jî û herwiha em di vê mijarê de biryardarin. Heger muxatabê me Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) be divê ew jî di vê pêvajoyê de hin gavan bavêje û em li bendenin ku ew wan gavan bavêje.”

 

Arinç derbarê namzedbûna bo Parlamentoya Tirkiyeyê ya Şêwirmendê berê yê MÎTê Hakan Fidan de jî wiha got: “Ev ne krîz e û divê wisa neyê dîtin jî. Demê van nîqaşan borî.”