Print this page

Avustralya dîsa tevlî êrişên hewayî yên koalisyonê dibe

13:26:02

 

Rojava news: Wezareta Parastin a Avustralyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku du roj berê me tevgera xwe ya hewayî li Sûriyeyê rawestandibû, em ê dîsa dest bi operasyonan bikin.

Piştî koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike balafira leşkerî ya Sûriyeyê xistibû û Rûsyayê ji bo xistina balafira Sûriyeyê bertek nîşanî Amerîka û koalîsyonê dabû. Avustralya piştî daxuyaniyên Rûsyayê biryar dabû ku navberê bide operasyonên xwe yên li Sûriyeyê.

Wezareta Parastin a Avustralyayê di daxuyaniya xwe ya piştî du rojan de ragihand ku wan ji tedbîrê bi awayekî demkî operasyonên xwe yên li Sûriyeyê rawestandine û niha dîsa biryar dane ku tevlî operasyonan bibin.

Wezaretê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Biryara demkî ku hatibû dayîn hat rakirin."