Print this page

Şîroveya Amerîkayê di derbarê krîza Qeterê de: Bûyereke malbatiye

13:35:01

 

Rojava News: Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer ragihand ku krîza di navbera welatên ereban û Qeterê de bawer dikin ‘bûyereke malbatiye', eger li ser daxwazê alîkarî bê xwestin bo çareseriyê Amerîka amadeye.

Spiser, bersiva pirsên di derbarê krîza li Kendavê tê jiyandin ya li brîfînga çapameniyê ku ji kamerayan re girtî li Qesra Spî pêk hat, da.

Spiser eşkere kir ku pirsgirek krîzeke di navbera wan welatan de ye û dîsa divê bi hewldanên wan were çareserkirin, "Em bawer dikin ku ev bûyereke malbatiye û divê vê yekê ew çareser bikin. Eger li ser daxwaza alîkariyê Amerîka amadeye, lê divê krîzê ew bi xwe çareser bikin."

Erebistana Siûdî, Yemen, Misir, Behreyn û Mîrektiyên Ereban di 5ê Hêzîranê de bi daxuyaniyekê eşkere kiribûn ku têkiliyên dîplomatîk bi Qeterê de dane rawestandin. Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Ereban û Behreyn qada hewayî yên welatên xwe ji balafirên Qeterê re dabûn girtin û ji dîplomatên Qeterê daxwaz kiribûn ku di 48an de welatên wan biterikînin. Herwiha wan welatan bo dorpêçiya li ser Qeterê bê rakirin daxwazin xwe ku ji 13 xalan pêk dihat, pêşkeşî Qeterê kiribûn.