Print this page

Li rojhilatê Ukrayna jî av germ bû !!!

Rojava News: Beriya hevdîtinên aştiyê yên li paytexta Belarûs Mînsk, ji rojhilatê Ukrayna nûçeyên şer û pevçûnan tên.

 

Li gor ajansa nûçeyan a Fransa AFP'ê rayedarên Ukraynayî û hêzên herêma Donbask, diyar kirine ku li herêma Donetsk 19 jê leşker herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Tê diyarkirin ku şer û pevçûn li derdora bajarê Debaltseve yê li herêma Donetsk ku xwedî stratejiyeke mezin e zêde bûne.

 

Li gor agahiyên ku vê sibehê hatin, li bajarê Donetsk bombeyek li rawestgeheke otobusan ket, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.