Rojava News: Hat ragihandin ku li bajarê Sydney ê Awûstralyayê 2 kesên ku plan dikin kesekî rehîn girtine li ber çavên gel serjê bikin hatine binçavkirin.
Bersûc îro sewqî dadgehê kirin. Hat diyarkirin lı hêzên têkoşîna bi terorê re dest danîne ser kêreke nêçîrvaniyê û hin kelûpelên aîdî wan kesan. Awûstralya ji sala buhrî ve li hember îxtîmala êrîşekê di asta jor de di nav alarmê de ye.
Hat diyarkirin ku ji meha Kanûnê ve ku asta alarmê cara yekem derket asta “”bilind”, bi îdîaya êrîşan plan dikin der barê 11 kesan de doz hatiye vekirin.
Di Kanûna buhrî de ji 18 kesên li kafeyekê rehîn hatibûn girtin, 2 kes miribûn. Êrîşkarê bi navê Man Harun Monîs ê bi eslê xwe Îranî jî di opersyonê de hatibû kuştin.