13:15:38
Rojava News: Hêzên Çekdar ên Şoreşa Kolombiya yê (FARC) pêvajoya çekdayînê ku di 17ê Adarê de destpêkiribû qedand. Hate ragihandin ku hemû çekên FARCê radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine kirin.
FARCê di çerçoveya peymana aştiyê ku sala borî bi hikûmeta Kolombiyayê re morkir, hemû çekên di destên xwe de radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kirin.
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirin ku FARCê hemû çekên di destên xwe de radestî wan kirine.
Hikûmetê paymana bi FARCê re di 2ê Mijdara 2106an de biribû referandûmê û ji referandûmê jî sedî 50.24 dengên Na derketibû.
Her du alî li Havanayê paytexta Kubayê piştî hevdîtinên dirêj li ser peymaneke nû di 12 Mijdarê de li hev kiribûn û di 24ê Mijdarê de jî ji aliyê Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û serokê FARCê Rodrigo Londono ve hatibû erêkirin.
Di çerçoveya peymanê de FARCê bi awayeke sembolik 140 çekên xwe di 17ê Adarê de radestî rayedarên NY kiribûn.
Hatibû diyarkirin ku sedî 30ê çekan di destpêka meha Hezîranê de dane rayedaran û temamiya radestiya çekan jî dê heta dawiya meha dewam bike.