Print this page

Li Amerîkayê balafir ket: hemû rawî mirin!

11:19:42

 

Rojava News: Li eyaleta Wisconsina Amerîkayê balafirek ket, li gorî agahiyên pêşî pîlot jî di nav de 6 kesên ku di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Ofîsa Şerîf Price County di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bakurê eyaleta Wisconsinê li bajarê Phillipsê balafireke bi modela Cessna ket, li gorî daneyên destpêkê pîlot jî di nav de her 6 kesên di balafirê de jiyanan xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya ofîsa Şerîf balafir ji bo fealiyetên masivanî ji Chicagoyê diçû Kanadayê.

Saziya Ewlehî ya Veguhestina Neteweyî ya Amerîkayê (NTSB) di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafir piştî axaftina rewşa hewayê ya navbera pîlot û kontrolerê trafîka hewayê derbas bû ji pêlgirê winda bû.

NTSB û Ofîsa Şerîf Price County ji bo bûyera ketina balafirê lêpirsîn da ddestpêkirin.