Rojava News: Wezîrê Derve yê Swêdê Margot Wallstrom got ji bo gotûbêjkirina Kurdistana azad demê herî guncan e.
Duhî li Parlamentoya Swêdê Margot Wallstrom derbarê Hêzên Pêşmerge û Kurdistanê de daxuyaniyek girîng da.
Wallstrom behsa siyaseta derve ya partî û welatê xwe kir û got “Zêdetirî 30 milyon kurd bê dewletin.”
Wallstrom wiha go: “Kurd li dijî DAIŞê şerê herî mezin didin. Dewletên Rojavayî alîkarî dan lê bi tenê Hêzên Pêşmergey Kurdistanê parastin û herwiha bi tenê pêşmerge xelkên sivîl diparêze.”
Wezîrê Derve yê Swêdê Wallstrom anî ziman ku divê siyaseta Swêdê ya li Rojhilata Navîn bê uhertin û wiha domand: “Me wek sosyal demokratan ji berê ve piştgiriya Filîstinê kir. A niha jî gotûbejkirina Kurdistana azad demê herê guncan e.”
“Heger fersendeya dewletbûna Kurdistanê Iraqê çebibe ji vê yekê re demek dirêj pêwîst e û nexşeya Rojhilata Navîn dê bê guhertin. Swêd, piştgiriyê dide çarenivîs û xwerêvebirina kurdan.”
Beriya niha li Swêdê soyal demokratan dabûn xuyandin ku ew li dijî perçebûna Iraqê bûn.