Print this page

Şêwirmendê Trump: Amerîka dê encama giştpirsiyê qebûl bike

11:55:47

 

Rojava News: Şêwirmendê Berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump Dr. Walid Phares ragihand, Amerîka dê piştgirî bide giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ya ku dê di 25ê Îlonê de were pêkanîn û herwiha encama wê jî dê qebûl bike.

Dr. Walid Phares di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de li ser siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump a di derbarê Rojhilata Navîn de axivî.

Li ser pirsa daxuyaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê, Dr. Walid Phares eşkere kir, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê dê bi tena serê xwe gavan neavêje û got: “Ji bo ku ev mijar bibe beşek ji siyaseta Amerîkayê divê Koşka Spî pêngavan biavêje. Ji bo vê yekê jî hewldana hevpar a Koşka Spî û Kongreyê divê.”

Herwiha li ser pirsa “Piştî giştpirsiyê eger serxwebûna Kurdistanê were îlankirin, li gor we Serokê Amerîkayê Donald Trump dê bertekek çawa nîşan bide?” Dr. Walid Phares wiha bersiv da:

“Niha rayeya rêveberiyê ku Serok Trump xwediyê wê ye û rayeya yasadanînê ya Kongreyê, ji hev cuda ne. Belê di kampayaya hilbijartinan de diyar kir, ku divê piştgirî bo hemû hevpeyaman bêne dayîn û ti alî neyê paşguhkirin û di serî de jî hevpeymanên ku li dijî DAIŞê û cîhadiyan têkoşînê dikin. Bi taybetî jî navê kurdan anî ziman. 

Eger em cardin gotinên wî guhdarî bikin, wisa tê fêmkirin ku bi giştî dê piştgirî bide yên ku li dijî DAIŞê û cîhadiyan têkoşînê dikin. Herwiha dibêje ku kêmneteweyên li Rojhilata Navîn jî divê werin parastin. Kurdên Iraqê, beriya rêveberiya Trump jî hatine qebûlkirin. 

Divê em tenê li tiştekî binêrin; Iraq dewleteke federal e û çêbûna Herêma Kurdistanê jî, li çarçoveya yasayan pêk hatiye. Nexwe tiştekî ku ji nişka ve derketiye holê nîne. Kurd ber bi giştpirsiyê ve diçin. Ev jî ji aliyê qanûnên navdewletî ve tê pejirandin. Hemû grûbên bandordar dikarin vêya bixwazin.”