Print this page

Di betlaneya Roja Serxwebûnê de 8 kes hatin kuştin

12:57:22

 

Rojava News: Li Chicagoya bajarê Amrîkayê di 4 rojên betlana "Roja Serxwebûnê" de di êrişên biçek de bi tevahî 8 kes hatin kuştin, 55 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Chicagoyê li ser êrişên biçek yên di "4ê Tirmehê Roja Serxwebûnê" de ku ji roja îne piştî mesaiyê dest pê kir û heta roja sêşemê nîvê şevê dewam kir, daxuyanî da.

Polîs ji bo di roja serxwebûne de êriş çênebin û tiştek bi kesî neyê, tevdîrên ewlehiyê girtin. Lê digel hemû tevdîran bi taybetî li başûrê welêt di êrişên bi çek de herî kêm 8 kes hatin kuştin, 55 kes jî birîndar bûn. Polîs di êrişa li harêma bakurê Lawndaleyê ku kesek hat kuştin de, tivinga AK-47 bi dest xist.

Li gorî daneyên Polîs ji sersalê heta niha li bajêr ji ber êrişan 319 kes mirin, 1509 kes jî birîndar bûn.