Print this page

Facebook bajarekî nû ava dike!

14:04:39

 

Rojava News: Avakar û xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg di axaftina xwe de ragihand ku em ê li dora navenda şirketê bajarekî ku ji hezar û 500 avahî pêk tê ava bikin.

Şirîkê avakar ê Facebookê Mark Zuckerberg di axaftina xwe de got: "Li eyaleta Calîfornia ya Amerîkayê li dora navenda şirkete em ê bajarekî nû ku ji hezar û 500 avahî pêk tê ava bikin. Di bajêr de ji xeyrî avahiyan wê dikan û ofîs jî hebin."

Mark Zuckerbergê 33 salî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li navenda şirketê pirsgirêka nebûna avahiyan heye. Armanca me em xizmeta kamuyê bikin û ji bo karkerên şirketê rehet bikin me biryareke wiha stand."

Li gorî daxuyaniyê projeya çêkirina avahiyan wê di nava 2 salan de were qedandin û ji xeyrî xebatkarên Facebookê wê biyanî jî bikaribin bistînin. Avahî wê ji sedî 15 kêmî piyasê bin. Bajarê ku ‘Willow Campus' tê binavkirin wê li 72 kîlometroyê bakurê San Franciscoyê li Menlo Parkê were avakirin.