Print this page

Îtalya amade ye tevlî şerê li Lîbyayê bibe

Rojava News: Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentilonî dibêje ku Roma amade ye tevlî wê hêzê bibe ku wê li Lîbyayê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî şerê grûpên radîkal bike.

Paolo Gentilonî di hevpeyvînekê de diyar dike ku Îtalya piştgiriya hewlên şandeyê navdewletî ji bo Lîbyayê dike ku ew dixwaze aliyên nakok li hev bîne. 

Wezîrê Derve yê Îtalya herwiha dibêje, ew qebûl nakin metirsiya terorê çend seatan ji welatê wan dûr be, ji ber bi gotina wî, ew nikarin ji egera êrişeke çaverêkirî ya radîkalan li dijî Îtalya kêm bikin.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku çekdarên ser bi rêxistina DAIŞê ve êrişî bajarê Sirtê li ser deryaya Spî kirin û dest danîn ser çend navend û saziyên li wî bajarî.