Print this page

Xwendekara 20 salî şewitandin û qetilkirin

Rojava News: li Tirkiye li bajarê Li Mersînê  keçika bi nave Ozgecan Aslan a 20 salî hat şewitandin û qetilkirin.

 

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, jina ciwan Ozgecan Aslan (20) a berî sê rojan malbata wê ji ber windabûna wê serlêdan kir, bi awayekî şewitandî mirî hat dîtin.

 

Der heqê cînayetê de kesên bi navê N.A. (50), kurê wî A.S.A (26) û F.G. (20) hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan  bav û kur  li xwe mukur hatin ku wan piştî destdirêjiya zayendî lê kirine benzîn rijandine ser  Aslan  û ew  şewitandine û avêtine Çemê Cîn ê li nêzî Goristana Elman a li Taxa Çamalan.

 

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a sala 2014'an, di nava sala 2014'an de 294 jin ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan.