Print this page

Şandek ji PDK-S bi hin parlemanterên Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Almanyayê re civiya

Rojava News: Şandek ji rêxistina Almanyayê ya PDK-S bi hin parlemanter û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Almanyayê SPD re civiya.

 

Şandek ji rêxistina Almanyayê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S bi hin parlemanter û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Almanyayê SPD re li devera Landis Tax ya ser bi  herêma Nord Hayin Falên  civiya.

 

Şanda PDK-S ji her yek ji berpirsê rêxistina Almanyayê ya PDK-S Fewaz Bêcirmanî û berpirsê ofîsa pêwendiyan Kejal Derwêş û endamê serkirdayetiya partiyê Serdar Haco pêk dihat.

 

Di wê hevdîtinê de behsa rewş ku niha li Sûriyê rû dide  bi giştî û ya Kurdistanê Sûriya û êrîşên rêxistina DAIŞ li ser deverên kurdan  hate kirin û rola Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi giringî ji aliyê her du aliyan ve hate nirxandin.

 

Ji aliyê xwe ve şanda Partiya Sosyalîst a Demokrat a Almanyayê SPD rola PDK-S bi giringî di vê qonaxê de nirxand û amdebûna xwe anî ziman derbarê pêşxistina pêwendiyan di navbera her du partiyan de bi armanca alîkariya miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê û her wisa li kampên penaberan.