Print this page

Emerîka 4000 leşker rêkirin Kiwêtê

Rojava News: Di demekê de ku piştî li ser daxwaza Obama, kongirêsa Emerîka hilbijarteyên şerê li dijî DAIŞ dinirxîne û şîrove dike, 4000 leşkerên Emerîka berê xwe dan kendavê welatê Kiwêtê.

 

Leşkerên Emerîka yên ser bi Lejyona sê peyade da ne, ji baregeha Fort Carson a li eyelata  Colorado bi rêketin û berê xwe dan Kiwêtê, hêza leşkerî ya Emerîka rê kirî dê hêzeke yedek bin û di bin fermandariya baregeha navendî ya Emerîka de bin li Rojhilata navîn, ger Emerîka biryar bide hêzên bejahî bi kar bîne dê ev hêz yekem hêza Emerîka be li Êraqê li dijî DAIŞ dikeve şer.

 

Ji aliyê xwe ve fermandarê Lejyona sê peyade ya artêşa Emerîka Kolonêl Girîg Sîra da xuya kirin ku ew herêmê ji nêz ve nas dikin û ew li herêmê ne nû ne, her eiha got; Em amadene çi erk bikeve ser milê me em pêk bînin.

 

Arêşa Emerîka piştî di 2011 de ji Êraqê vekşî lejyonek ji hêzên xwe li Kiwêtê hêşt û ew hêz leşkerên welatên navçeyê yên weku Urdun û Mîrneşîna Ereb perewerde dikin.