12:56:24
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê gazinc ji rêvebiriya Pekînê kirin û ragihand ku Çînê xeyalên min şikandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ji bo mijara Koreya Bakur ku tiştek nekir gazinc ji rêvebiriya Pekînê kirin û got: "Çînê xeyalên min şikandin. Serokên me yên nezan destûr dan ku bi milyar dolaran bazirganiyê bikin, lê wan ji bo Koreya Bakur tiştek nekir. Em destûrê nadin ku ev dewam bike. Çîn dikaribû vê probleme bi hêsanî çareser bike."